Kovîd-19: Li tevahiya dinyayê de rewşa dawî

Li tevahiya dinyayê jimara pêketiyên Kovîd-19ê ji 103 milyonî derbas bû

Kovîd-19: Li tevahiya dinyayê de rewşa dawî

 Li tevahiya dinyayê jimara pêketiyên vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) ji 103 milyonî derbas bû.

Li gor malpera "Worldometers"a ku daneyên Kovîd-19ê berhev dike, li tevahiya dinyayê jimara pêketiyên tesbîtkirî derket 103 milyon û 138 hezar û 668an.

Jimara kesên ku ji ber vîrusê mirin derket 2 milyon û 229 hezar û 505an.

Welatê ku lê herî zêde pêketî hene, bi 26 milyon û 655 hezar û 740 pêketî û bi 450 hezar û 381 miriyan va Amerîka ye.

Piştî Amerîkayê bi 10 milyon û 747 hezar û 91 va Hindistan, bi 9 milyon û 176 hezar û 975 va Brezilya, bi 3 milyon û 832 hezar û 80 va Rusya, bi 3 milyon û 796 hezar û 88 va Îngiltere, bi 3 milyon û 177 hezar û 879 va Fransa, bi 2 milyon û 830 hezar û 478 va Îspanya, bi 2 milyon û 541 hezar û 783 va Îtalya, bi 2 milyon û 470 hezar û 901 va Tirkiye, bi 2 milyon û 217 hezar û 234 va Almanya, bi 2 milyon û 86 hezar û 806 va Kolombiya, bi milyonek û 922 hezar û 264 va Arjantîn, bi milyonek û 857 hezar û 230 va Meksîka, bi milyonek û 508 hezar û 674 va Polonya, bi milyonek û 449 hezar û 236 va Afrîkaya Başûr, bi milyonek û 411 hezar û 731 va Îran, bi milyonek û 216 hezar û 278 va Ukrayna, bi milyonek û 133 hezar û 22 va Peru û bi milyonek û 66 hezar û 313 va Endonezya tê.

Di jimara miriyan da jî piştî Amerîkayê, bi 223 hezar û 971 va Brezîlya, bi 158 hezar û 74 va Meksîka, bi 154 hezar û 312 va Hindistan, bi 105 hezar û 571 va Îngiltere, bi 88 hezar û 279 va Îtalya, bi 75 hezar û 862 va Fransa, bi 72 hezar û 697 va Rûsya, bi 58 hezar û 319 va Îspanya, bi 57 hezar û 889 va Îran, bi 57 hezar û 512 va Almanya, bi 53 hezar û 650 va Kolombiya, bi 47 hezar û 931 va Arjantîn, bi 43 hezar û 951 va Afrîkaya Başûr, bi 40 hezar û 857 va Peru, bi 37 hezar û 82 va Polonya, bi 29 hezar û 728 va Endonezya, bi 25 hezar û 865 va Tirkiye, bi 22 hezar û 628 va Ukrayna û bi 21 hezar û 66 va Belçika tê.

Li tevahiya dinyayê 74 milyon û 769 hezar û 767 kes jî ji Kovîd-19ê filitîn û qenc bûn. Hê 26 milyon û 135 hezar û 418 nexweşên ku tedawî dibin, hene.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE