Kovîd-19: Li tevahiya dinyayê de rewşa dawî

Li dinyayê hejmara kesên ku ji Kovîd-19ê baş bûn ji 78 milyonî derbas bû

Kovîd-19: Li tevahiya dinyayê de rewşa dawî

Li dinyahejmara kesên ku ji cureya nû ya vîrusa koronayê (Kovîd-19) baş bûn ji 78 milyonî derbas bû.

Li gorî malpera "Worldometer" ku daneyên der heqê Kovîd-19ê da berhev dike, li dinyayê hejmara pêketiyên Kovîd-19ê yên ku baş bûn derket 78 milyon û 80 hezar û 28an.

Li Amerîkayê 17 milyon 268 hezar û 517, li Hindistanê 10 milyon 522 hezar û 601, li Brezilyayê 8 milyon 363 hezar û 677 û li Rusyayê jî 3 milyon 456 hezar û 210 kes ji vîrusê filitîn û baş bûn.

Li Tirkiyeyê jî her wisa 2 milyon 412 hezar û 505 pêketiyên Kovîd-19ê qenc bûn.

Her wiha hejmara başbûyiyan li Îtalyayê derket 2 milyon 107 hezar û 61, li Almanyayê 2 milyon 29 hezar û 200, li Kolombiyayê 2 milyon 22 hezar û 331, li Îngiltereyê milyonek û 889 hezar û 872, li Arjantinê milyonek û 772 hezar û 59, li Meksikayê milyonek û 482 hezar û 138, li Afrîkaya Başûr milyonek û 340 hezar û 498 û li Polonyayê milyonek û 307 hezar û 161ê.

Li dinyayê tedawiya 25 milyon û 873 hezar û 209 kesan hê jî didome.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE