Li dinyayê hejmara kesên ku ji cureya nû ya vîrusa koronayê (Kovîd-19) baş bûn ji 81 milyonî derbas bû.
Li gorî malpera "Worldometer" ku daneyên der heqê Kovîd-19ê da berhev dike, li dinyayê hejmara pêketiyên Kovîd-19ê yên ku baş bûn derket 81 milyon û 14an.
Li Amerîkayê 18 milyon 113 hezar û 821, li Hindistanê 10 milyon 603 hezar û 213, li Brezilyayê 8 milyon 678 hezar û 327 û li Rusyayê 3 milyon 577 hezar û 907 kes ji vîrusê filitîn û baş bûn.
Li Tirkiyeyê jî her wisa 2 milyon 468 hezar û 419 pêketiyên Kovîd-19ê qenc bûn.
Her wiha hejmara başbûyiyan li Îtalyayê derket 2 milyon 216 hezar û 50, li Îngiltereyê 2 milyon 125 hezar û 331, li Almanyayê 2 milyon 112 hezar û, li Kolombiyayê 2 milyon 72 hezar û 793, li Arjantinê milyonek û 814 hezar û 160, li Meksikayê milyonek û 535 hezar û 786, li Afrîkaya Başûr milyonek û 385 hezar û 996 û li Polonyayê derket milyonek û 336 hezar û 467an.
Li dinyayê tedawiya 25 milyon û 419 hezar û 737 kesan hê jî didome.
AA