Kovîd-19: Li tevahiya dinyayê de rewşa dawî

Li dinyayê jimara pêketiyên Kovîd-19ê ji 21 milyon û 827 hezarî derbas bû

Kovîd-19: Li tevahiya dinyayê de rewşa dawî

Li tevahiya dinyayê hejmara kesên ku şewba vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) ya li Wuhana bajarê Hubeya eyaleta Çînê derket holê û kişiya wan, ji 21 milyon û 827 hezarî derbas bû.

Li gor "Worldometer"a malpera înternetê ya ku agahiyên li ser Kovîd-19ê berhev dike, li tevahiya dinyayê heta niha 773 hezar û 95 kes ji ber şewbê mirin.

Jimara pêketiyan derket 21 milyon û 827 hezar û 459an, 14 milyon û 564 hezar û 827 kesên ku vîrus kişiyabû wan jî qenc bûn.

Li ser rûyê dinyayê hê 6 milyon û 489 hezar û 537 kesên ku vîrus kişiyaye wan û tedawiya wan hê dewam dike, hene.

Welatê ku mirin û pêketiyên wê herî zêde ne, Amerîka ye. Li Amerîkayê hejmara pêketiyan derket 5 milyon û 566 hezar û 632yan û ji ber şewbê heta niha 173 hezar û 128 kes jî mirin.

Ji bilî Amerîkayê welatên ku ji 100 hezarî zêdetir pêketiyên Kovîd-19ê lê hene ev in:

"Brezîlya (3 milyon û 340 hezar û 197), Hindistan (2 milyon û 647 hezar û 663), Rûsya (922 hezar û 853), Afrîkaya Başûr (587 hezar û 345), Peru (535 hezar û 946), Meksîka (522 hezar û 162), Kolombiya (468 hezar û 332), Şîlî (385 hezar û 946), Îspanya (358 hezar û 843), Îran (343 hezar û 203), Îngiltere (318 hezar û 484), Erebistana Siûdî (298 hezar û 542), Arjantîn (294 hezar û 569), Pakistan (289 hezar û 215), Bangladeş (276 hezar û 549), Îtalya (253 hezar û 915), Tirkiye (249 hezar û 309), Almanya (224 hezar û 997), Fransa (218 hezar û 536), Iraq (176 hezar û 931), Filîpîn (161 hezar û 253), Endonezya (139 hezar û 549), Kanada (122 hezar û 87), Qeter (115 hezar û 80), Kazakistan (103 hezar û 33), Ekvador (101 hezar û 542) û Bolîvya (100 hezar û 344)."


Ji bilî Amerîkayê li welatên ku jimara miriyan ji 5 hezarî derbas bûne, wiha ne:

"Brezîlya (107 hezar û 879), Meksîka (56 hezar û 757), Hindistan (51 hezar û 45), Îngiltere (41 hezar û 366), Îtalya (35 hezar û 396), Fransa (30 hezar û 410), Îspanya (28 hezar û 617), Peru (26 hezar û 281), Îran (19 hezar û 639), Rûsya (15 hezar û 685), Kolombiya (15 hezar û 97), Afrîkaya Başûr (11 hezar û 839), Şîlî (10 hezar û 452), Belçîka (9 hezar û 939), Almanya (9 hezar û 290), Kanada (9 hezar û 26), Pakistan (6 hezar û 175), Hollanda (6 hezar û 172), Endonezya (6 hezar û 150), Ekvador (6 hezar û 70), Tirkiye (5 hezar û 974), Iraq (5 hezar û 860), Swêd (5 hezar û 783), Arjantîn (5 hezar û 703) û Misir (5 hezar û 160)."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE