Li ser asta dinyayê hejmara pêketiyên cureya nû ya vîrusa koronayê (Kovîd-19) ji 22 milyon û 602 hezarî derbas bû.
Li gorî malpera "Worldometer" ku daneyên der heqê Kovîd-19ê da berhev dike, li ser asta dinyayê 791 hezar û 401 kes ji ber vîrusê mirin.
Welatê ku mirin û pêketiyên wê herî zêde ne, Amerîka ye. Li welêt 5 milyon û 701 hezar û 162 kes bi Kovîd-19ê ketin û ji ber şewbê 176 hezar û 342 kes jî mirin.
- Welatên ku hejmara pêketiyan ji 250 hezarî zêdetir e
Piştî Amerîkayê welatên ku hejmara pêketiyan ji 250 hezarî zêdetir e wiha hatin rêzkirin:
"Brezîlya (3 milyon û 460 hezar û 413), Hindistan (2 milyon û 841 hezar û 337), Rûsya (942 hezar û 106), Afrîkaya Başûr (596 hezar û 60), Peru (558 hezar û 420), Meksîka (537 hezar û 31), Kolombiya (502 hezar û 178), Şili (390 hezar û 37), Îspanya (387 hezar û 985), Îran (350 hezar û 279), Îngiltere (321 hezar û 98), Arjantin (312 hezar û 659), Erebistana Siûdî (302 hezar û 686), Pakistan (290 hezar û 958), Bangladeş (285 hezar û 91), Îtalya (255 hezar û 278) û Tirkiye (253 hezar û 108)."
Ji xeynî Amerîkayê, welatên ku hejmara miriyan ji 10 hezarî derbas bû ev in:
"Brezîlya (111 hezar û 189), Meksîka (58 hezar û 481), Hindistan (54 hezar û 17), Îngiltere (41 hezar û 397), Îtalya (35 hezar û 412), Fransa (30 hezar û 468), Îspanya (28 hezar û 797), Peru (26 hezar û 834), Îran (20 hezar û 125), Rusya (16 hezar û 99), Kolombiya (15 hezar û 979), Afrîkaya Başûr (12 hezar û 423) û Şîlî (10 hezar û 578)."
AA