Kovîd-19: Li tevahiya dinyayê de rewşa dawî

Li tevahiya dinyayê hejmara kesên vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) ku li bajarê Wuhanê yê Hubeya eyaleta Çînê derket, kişiya wan ji 3 milyon û 500 hezarî derbas bû.

Kovîd-19: Li tevahiya dinyayê de rewşa dawî

Li gor "Worldometer"a malpera înternetê ya ku agahiyên li ser Kovîd-19ê berhev dike, li tevahiya dinyayê vîrus kişiya 3 milyon û 500 hezar û 379an.

Dewleta ku herî zêde nexweş lê hene bi milyonek û 160 hezar û 840 kesan Amerîka ye û peyra bi Îspanya (245 hezar û 567), Îtalya (209 hezar û 328), Îngilistan (182 hezar û 260), Fransa (168 hezar û 396), Almanya (164 hezar û 967), Rûsya (134 hezar û 687), Tirkiye (124 hezar û 375) û Îran (97 hezar û 424) û Brezîlya (97 hezar û 100) tê.

Li Çîna ku ev vîrus lê derket û belav bû jî 82 hezar û 877 kes pê ketine.

- Welatên din ên ku hejmara waqieyên wan ji 10 hezarî zêdetir in:

"Kanada (56 hezar û 714), Belçîka (49 hezar û 906), Peru (42 hezar û 534), Hollanda (40 hezar û 236), Hindistan (39 hezar û 980), Swîsre (29 hezar û 817), Ekvador (27 hezar û 464), Erebistana Siûdî (25 hezar û 459), Portekîz (25 hezar û 190), Meksîka (22 hezar û 88), Swêd (22 hezar û 82), Îrlanda (21 hezar û 176), Pakistan (19 hezar û 103), Şîlî (18 hezar û 435), Sîngapur (18 hezar û 205), Îsraîl (16 hezar û 193), Belarûs (15 hezar û 828), Awusturya (15 hezar û 558), Japonya (15 hezar û 283), Qeter (14 hezar û 872), Mîrektiyên Ereb (13 hezar û 599), Polonya (13 hezar û 375), Romanya (12 hezar û 732), Ukrayna (11 hezar û 913), Endonezya (10 hezar û 843) ve Koreya Başûr (10 hezar û 793)."

Şewba ku di berfanbara 2019an da li Wuhana bajarê Hubeya Çînê derket, li tevahiya dinyayê ji 200î zêdetir welat û herêman bela bû.

Ji ber şewbê li çar aliyê dinyayê 245 hezar û 38 kes mirin, milyonek û 128 hezar û 298 kesên ku vîrus kişiya wan qenc bûn. Hê 2 milyon û 127 hezar û 43 nexweş hene.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE