Li dinyayê hejmara kesên bi vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) ya ku li Wuhana bajarê Çînê derketibû holê ketin gihîşte 7 milyon û 873 hezar û 198an.
Li gor malpera Worldometerê ya ku daneyên der barê Kovîd-19ê da berhev dike li dinyayê 432 hezar û 477 kes ji ber vîrusê mirin, 4 milyon û 43 hezar û 393 kes jî ji vîrusê filitîn û bûn.
Li dinyayê 3 milyon û 397 hezar û 328 kesên bi vîrusê ketine tên tedawîkirin.
Hejmara kesên bi vîrusa koronayê ketine li seranserê dinyayê gihîşte 7 milyon û 873 hezar û 198an.
- Rewş herî zêde li Amerîkayê xirab e
Welatê ku mirî û pêketiyên wê herî zêde ne, Amerîka ye. Li Amerîkayê hejmara kesên bi vîrusê ketine derket 2 milyon û 142 hezar û 224an û ji ber vîrusê heta niha 117 hezar û 527 kes jî mirin.
- Welatên ku ji 50 hezarî zêdetir waqie lê hene
Di "Worldometer"ê da welatên ku hejmara pêketiyan ji 50 hezarî zêdetir e wiha hatin rêzkirin:
"Brezîlya (850 hezar û 796), Rûsya (520 hezar û 129), Hindistan (321 hezar û 626), Îngiltere (294 hezar û 375), Îspanya (290 hezar û 685), Îtalya (236 hezar û 651), Peru (225 hezar û 132), Almanya (187 hezar û 423), Îran (184 hezar û 955), Tirkiye (176 hezar û 677), Şîlî (167 hezar û 355), Fransa (156 hezar û 813), Meksîka (142 hezar û 690), Pakistan (139 hezar û 230), Erebistana Siûdî (123 hezar û 308), Kanada (98 hezar û 410), Çîn (83 hezar û 132), Bangladeş (84 hezar û 379), Qeter (78 hezar û 416), Afrîkaya Başûr (65 hezar û 736), Belçika (59 hezar û 918) û Belarûs (53 hezar û 241) û Swêd (50 hezar û 931)."
Li van welatan hejmara kesên ji ber Kovîd-19ê mirin jî wiha ye:
"Brezîlya 42 hezar û 791, Îngiltere 41 hezar û 662, Îtalya 34 hezar û 301, Fransa 29 hezar û 398, Îspanya 27 hezar û 136, Meksîka 16 hezar û 872, Belçika 9 hezar û 605, Hindistan 9 hezar û 199, Almanya 8 hezar û 867, Îran 8 hezar û 730, Kanada 8 hezar û 107, Rûsya 6 hezar û 829, Peru 6 hezar û 498, Swêd 4 hezar û 874, Tirkiye 4 hezar û 792, Çîn 4 hezar û 634, Şîlî 2 hezar û 101, Pakistan 2 hezar û 632, Afrîkaya Başûr 1423, Bangladeş 1139, Erebistana Siûdî 932, Belarûs 303 û Qeter 70.
AA