Kovîd-19: Qesra Spî dê ji Kongreyê 2,5 milyar dolar fon bixwaze

Qesra Spî ji bo têkoşîna dijî Kovîd-19ê dê ji Kongreyê 2,5 milyar dolar fon bixwaze.

Kovîd-19: Qesra Spî dê ji Kongreyê 2,5 milyar dolar fon bixwaze

Qesra Spî eşkere kir ku ji bo têkoşîna dijî cureya nû ya vîrusa koronayê (Kovîd-19) ew ê ji Kongreyê herî kêm 2,5 milyar dolar fona îlawe bixwazin.

Berdevka Ofîsa Budce û Birêvabirinê ya Qesra Spî Rachel Semmelê di daxuyaniya nivîskî da wiha got, "Rêveberiya Donald Trump belavbûna Kovîd-19ê cidî digire."

Semmelê herwiha diyar kir ku ji bo têkoşîna dijî vîrusê, ew ê bi daxwaza 2,5 milyar dolar fona îlawe planekê bişînin Kongreyê û wiha got, "Ji vê fonê milyarek dolar pere dê ji bo bilezkirina xebatên çêkirina aşiyeke dijî vîrusê were terxankirin."

Demokratên di Kongreya Amerîkayê da demeke dirêj e di mijara vîrusê da hişyarî didan rêveberiyê û bangî Trump dikirin ku di vê mijarê da gav biavêje.

Trump jî îro di daxuyaniya xwe ya li ser Twitterê da wiha gotibû, "Li Amerîkayê vîrusa koronayê di bin kontrolê da ye. Em digel hemû alî û welatên peywendîdar di têkiliyê da ne."AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE