Di 24 saetên dawîn da ji ber vîrusa koronayê ya tîpa nû (Kovîd-19) li Brezîlyayê 1204, li Hindistanê 983, Meksîkayê 625 kes mirin.
Li gor daneyên Wezareta Tenduristiyê ya Brezîlyayê bi mirina 1204 kesan va hejmara miriyan derket 112 hezar û 304an, hejmara pêketiyan jî 45 hezar û 323 kes zêde bû derket 3 milyon û 501 hezar û 975an.
Hejmara kesên ji vîrusê filitîn jî bû 2 milyon û 653 hezar û 407.
Hindistan
Li gor daneyên Wezareta Tenduristiyê ya Hindistanê di 24 saetên dawîn da bi mirina 983 kesan va hejmara miriyan derket 54 hezar û 849an.
Li welêt di 24 saetên dawîn da hejmara pêketiyan 68 hezar û 898 kes zêde bû û derkete 2 milyon û 905 hezar û 823yan.
Li welêt hetanî nika 2 milyon û 158 hezar û 946 kes ji vîrusê xilas bûn.
Meksîka
Li gor daneyên Wezareta Tenduristiyê ya Meksîkayê di 24 saetên dawîn da bi mirina 625 kesan va hejmara miriyan derket 59 hezar û 106 kesan.
Li Meksîkayê hejmara pêketiyan 6 hezar û 775 kes zêde bû û derkete 543 hezar û 806 kesan.
Li welêt hetanî nika 371 hezar û 638 kesên bi nexweşiyê ketibûn rind bûn.AA