Kovîd-19:Li 4 bajarên Tûnisê sînordarkirina derketina derva

Li 4 bajarên Tûnisê ji ber şewba Kovîd-19ê sînordarkirina derketina derva hat îlankirin

Kovîd-19:Li 4 bajarên Tûnisê sînordarkirina derketina derva

Li 4 bajarên Tûnisê ji ber şewba vîrûsa koronayê ya bi tîpa nû (Kovîd-19) qedexeya derketina derva hat îlankirin.

Di nûçeya têlevizyona fermî ya Tûnisê weşiya da hat gotin ku komîteyên afatê yên li bajarên Tûnis, Aryana, Bîn Arus û Menubayê ji ber şewba Kovîd-19ê biryar dan ku bila li van bajaran ji îro pê va heta 15 rojan sînordarkirina derketina derva bê spenadin.

Hat ragihandin ku sînordarkirina derketina derva di rojên dawiya hefteyê da wê êvarê di saet 19.00an da dest pê bike û heta 05.00ê sibehê dewam bike, di rojên nav hefteyê da jî wê di saet 21.00î da dest pê bike heta 05.00ê sibehê dewam bike.

Wezareta Tendûristiyê ya Tûnisê ragihandibû ku ji 24 bajarên welêt li 14 bajaran hejmara pêketiyên Kovîd-19ê ji payînê zêdetire.

Li Tûnisê heta niha 364 kes ji ber Kovîd-19ê mirin û wek pêketî jî 24 hezar û 542 kes hatin tespîtkirin.AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE