Li parzemîna Afrîkayê hejmara kesên bi vîrusa koronayê ya tîpa nû (Kovîd-19) ketine ji 2 milyon û 483 hezarî derbas bû.
Li gor agahiyên "Worldometer"a malpera daneyên Kovîd-19ê berhev dike li tevahiya parzemînê hejmara kesên bi Kovîd-19ê ketin di 24 saetên dawîn da 19 hezar 335 zêde bû û derket 2 milyon û 483 hezar û 520î.
Li parzemînê hejmara kesên ji ber vîrusê mirin jî 497 zêde bû û derket 58 hezar û 407an.
Li Afrîkaya Başûr 24 hezar û 285 kes, li Misrê 7 hezar û 41 kes, li Fasê 6 hezar û 854 kes ji ber vîrusê mirin.
Heta niha bi destê Seyşel û Erîtreyê tu mirineke ji ber Kovîd-19ê nehat raporkirin.
Hejmara pêketiyan li Afrîkaya Başûr bû 901 hezar û 538an, li Fasê derket 412 hezar û 393yan û li Misrê jî derket 124 hezar û 280yî.
Li Afrîkayê 2 milyon û 92 hezar û 290 kesên bi vîrusê ketibûn jî pak bûn.AA