Li Brezîlyayê di 24 saetên dawîn da ji ber vîrusa koronayê ya tîpa nû (Kovîd-19) 1239 kesên din jî mirin.
Li gor daneyên Wezareta Tenduristiyê ya Brezîlyayê, di 24 saetên dawîn da hejmara pêketiyên Kovîd-19ê 30 hezar û 412 zêde bû û derkete 345 hezar û 595 kesan.
Li Sao Pauloya eyaleta navenda bazirganiyê ya 46 milyon serjimara wê heye 162 hezar û 520 kes bi vîrusê ketin, 10 hezar û 145 kes jî mirin.
Piştî Sao Pauloyê herî zêde li eyaleta Rîo de Janeîroyê 7 hezar û 363 kes mirin û 75 hezar û 775 kes bi nexweşiyê ketin.
Li Amerîkaya Latînî Brezîlyaya serjimara wê ji 211 milyonî zêdetir e bûye navenda nexweşiyê.