Kovîd-19:Li HKIyê qedexeya derketina derva hat îlankirin

Li Herêma Kurdistana Iraqê ji ber Kovîd-19ê 48 saet qedexeya derketina derva hat îlankirin.

Kovîd-19:Li HKIyê qedexeya derketina derva hat îlankirin

Li Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) ji ber vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) 48 saet qedexeya derketina derva hat îlankirin.

Li gor qedexeyê ji xeynî wezîfeyeke fermî wê wesaîtên hêzên ewlehiyê, polês û pêşmergeyan û hemû saziyên ewlehiyê jî dernekevin derva.

Doktor û xebatkarên Wezareta Tenduristiyê jî ji xeynî saetên fermî yên xebatê heger belgeyên fermî tunebin wê nikaribin bi wesaîtên xwe derkevin derva.

Li gor daxuyaniya Wezareta Tenduristiyê ya Iraqê di 24 saetên dawîn da 48 kesên din jî bi Kovîd-19ê ketine û hejmara kesên bi nexweşînê ketine derketiye 820an.AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE