Li Îtalyayê agahiyên dawîn ên der barê şewba Kovîd-19ê da bi daxuyaniya nivîskî hat ragihandin.
Li gor daxuyaniyê li welêt jimara waqieyên aktîf 1294 kêm bû û daket 55 hezar û 300î. Jimara kesên ku heta îro bi Kovîd-19ê ketin derket 230 hezar û 158an, li tevahiya welêt di 24 saetên dawîn da 300 waqieyên nû derketin.
Jimara başbûyiyan jî 1502 zêde bû û derket 141 hezar û 981î.
Jimara kesên ku ji ber Kovîd-19ê mirin di 24 saetên dawîn da 92 zêde bû û derket 32 hezar û 877an.
AA