Kovid-19: Li Silêmaniyê kargeh tên girtin

Ji ber şewbê gelek kargeh wê 10 rojan venebin

Kovid-19: Li Silêmaniyê kargeh tên girtin

Lijneya bilind a têkoşîna li dijî şewba koronayê ya herêma kurdan a iraqê, biryar sitend ku 10 rojan, di navbera saet 9ê sibehê û 9ê êvarê de kargeh girtî bin. Li bajarê silêmaniyê jî dê qeymeqamî kontrolên şevê bike û lijne wê qeraran bisepîne.

Lijneya Hevpar a Qeymeqamiya Silêmaniyê û Lijneya Bilind a Têkoşîna li dijî Şewba Koronayê, biryar da êvarê di saet 9an de hemû kargehan bigirin.

Qerar ji bo ku li Herêma Kurdan rê li ber şewbê were girtin hat sitendin.

Ekîbên Qeymeqamiyê her şev li derên cûda yên bajêr ji bo rêzika qedexeyê kargehan kontrol dike.

Yê ku li gor biryarê tevnegere dê cezayê bixwe.

Li Herêma Kurdan 10 rojan seranser, di navbera saet 9ê sibehê û 9ê êvarê de hemû kargeh wê girtî bin.

Heke nexweşî zêde bibe jî dê hin tevdîr û qedexeyên din bikevin rewacê.

Ji ber ku li Herêma Kurdistana Iraqê, van rojan şewb zêde bû, Lijneya Bilind a Têkoşîna li dijî Koronayê biryarên nû dan.

Li gorî van biryaran, 10 rojan sax, dê tu perestgeh, dikan û kargeh venebin.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE