Kovid-19: Li Tirkiyeyê rewşa dawi

Li Tirkiyeyê testa Kovîd-19ê ya 6 hezar û 602 kesan pozîtîf derket, 114 kes mirin

Kovid-19: Li Tirkiyeyê rewşa dawi

Li Tirkiyeyê di 24 saetên dawîn de 222 hezar û 847 testên cureya nû ya vîrusa koronayê (Kovîd-19) hatin kirin, 6 hezar û 602 kes pozîtîf derketin, 114 kesan canê xwe ji dest da.

Tabloya Rojane ya Koronavîrusê li Tirkiyeyê, li ser navnîşana "covid19.saglik.gov.tr"ê hat parvekirin.

Li gorî daneyên rojane îro 222 hezar û 847 test hatin kirin, testa 6 hezar û 602 kesan pozîtîf derket, 114 kesan canê xwe ji dest da, hejmara nexweşan bû 563.

Hejmara nexweşên giran bû hezar û 219. Di 24 saetên dawîn de dermankirin/karantînaya 8 hezar û 540 kesan  qediya, hejmara rehetbûyên ji Kovîd-19ê bû 5 milyon 139 hezar û 993.

Hejmara testan gihişt 54 milyon û 809 hezar û 788, hejmara pêketiyan bû 5 milyon û 270 hezar û 299, hejmara miriyan bû 47 hezar û 882.

Li gorî daneyên heftane, vê hefteyê rêjeya zaturreyê di nexweşan de ji sedî 2,8 e. Rêjeya tijebûna qeryoleyan ji sedî 49,9 e. Rêjeya tijebûna beşa nexweşiya giran ji sedî 62.98 e. Rêjeya tijebûna ventîlatorê ji sedî 29,9 e. Têkra dema tesbîta temasdaran 7,5 saet, rêjeya filyasyonê jî ji sedî weke 99,9 hat tomarkirin.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE