Berdevkê Kremlînê Dîmîtriy Peskov daxuyand heyetên Ûris û Ukraynayî wê îro herin Tirkiyeyê û wiha got: "Biryara destpêkirina hevdîtinên rûbirû bi tena serê xwe jî girîng e."
Peskov li Moskovayê der barê mizakereyên di navbera Ukrayna û Rûsyayê yên wê li Tirkiyeyê çêbibin da daxuyanî da rojnamevanan.
Peskov daxuyand heyet wê îro herin Tirkiyeyê û wiha got: "Îhtimala dewamkirina mizakereyan yên îro kêm e. Heyet îro diçin Tirkiyeyê, lê sibê dikarin dest pê bikin."
Peskov zêde şîrove nekir, lê wiha dewam kir: "Biryara destpêkirina hevdîtinên rûbirû bi tena serê xwe jî girîng e. Ji bo niha em ê der barê mizakereyan da tu hurgiliyekê eşkere nekin. Li gor me ev dibe ku zirarê bide pêvajoya mizakereyan."
AA