Kremlîn: Em ê ji ber mueyîdeyan helwesta xwe neguherînin

Peskov li Moskovayê geşedanên êrîşa Rûsyayê ya li dijî Ukraynayê û mueyîdeyên tên pêkanîn nirxand.

Kremlîn: Em ê ji ber mueyîdeyan helwesta xwe neguherînin

 Berdevkê Kremlînê Dmitriy Peskov diyar kir ku mueyîdeyên dijî Rûsyayê li Ewropayê wekî "vîrusê" belav dibe û got, "Bawer dikin ku mueyîdeyê helwesta me biguherînin. Eşkere ye ku ev ê nebe."

Peskov li Moskovayê geşedanên êrîşa Rûsyayê ya li dijî Ukraynayê û mueyîdeyên tên pêkanîn nirxand.

Peskov destnîşan kir ku Serokê Ukraynayê Vladimir Zelenskiy hê wekî serok nas dikin û wiha pê da çû: "Belê ew serokê dewleta Ukraynayê ye û dikare wekî serok fermanê bide ku sîlahan daynin û bi vî awayî tiştekê bi tu kesî neyê."

Peskov Amerîka wekî berpirsyarê mueyîdeyên tînin serê Rûsyayê nîşan da û wiha axivî: "Bi piranî Amerîka piştgiriyê dide mueyîdeyan. Aligirê mezin ê mueyîdeyan e. Ji ber vê jî li Ewropayê mueyîde wekî vîrusê belav bûn."

Peskov destnîşan kir ku ji ber mueyîdeyan helwesta Rûsyayê naguhere û wiha axivî: "Bawer dikin ku mueyîdeyê helwesta me biguherînin. Eşkere ye ku ev ê nebe. Ji me tu kes ê helwesta xwe neguherîne."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE