Kremlîn: Heyeta Rûs ji bo mizakereyên digel Ukraynayê li Belarûsê ye

Peskov di daxuyaniya xwe ya da rojnamegeran da der heqê mizakereyên muhtemel ên digel nûnerên Ukraynayî yên li Belarûsê da agahî da.

Kremlîn: Heyeta Rûs ji bo mizakereyên digel Ukraynayê li Belarûsê ye

Berdevkê Kremlînê Dmitriy Peskov diyar kir, heyeta Rûs ji bo ku digel Ukraynayiyan dest bi mizakereyan bikin, gihîşt bajarê Gomelê yê Belarûsê û li vê derê Rûsya ji bo hevdîtinan amade ye.

Peskov di daxuyaniya xwe ya da rojnamegeran da der heqê mizakereyên muhtemel ên digel nûnerên Ukraynayî yên li Belarûsê da agahî da.

Peskov diyar kir ku Rûsyayê xwe ji mizakereyan ra amade kir û wiha dewam kir, "Di çarçoveya lihevkirinên çêbûn da heyeta Rûs ya ku ji nûnerên Wezareta Karên Derva, ya Parastinê û hin saziyên din pêk tê, ji bo ku digel Ukrayayiyan dest bi mizakereyan bikin, gihîşt bajarê Gomelê yê Belarûsê. Em ê li Gomelê amade bin ku dest bi van mizakereyan bikin."

Peskov wiha got, "Aliyê Rûs li Gomelê amade ye ku dest bi mizakereyan bike, niha em li benda Ukraynayiyan in."AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE