Berdevkê Kremlînê Dmitriy Peskov: "Plana operasyona eskerî ya Rûsyayê dîsa dest pê kir. Îro piştî nîvro hêzên sereke dîsa hereket kirin."
Peskov li paytext Moskovayê der barê êrîşên Rûsyayê yên li Ukraynayê daxuyanî da rojnamevanan.
Berdevkê Kremlînê Dmitriy Peskov diyar kir Vladimîr Putînê Serokê Dewleta Rûsyayê ji bona mizakereyên bi Ukraynayê ra telîmata sekinandina operasyonê daye artêşa Rûsyayê û îdia kir ku rêvebiriya Kîevê dev ji mizakereyan berdaye.
Peskov diyar kir plana operasyona eskerî ya Rûsyayê dîsa dest pê kiriye û got ku îro piştî nîvro hêzên sereke dîsa hereket kirine.AA