Kremlîn:"Em tu tawanbarkirinan qebûl nakin"

Kremlîn: Em tu tawanbarkirineke der heqê bajarê Bûçayê yê Ukraynayê da qebûl nakin

Kremlîn:"Em tu tawanbarkirinan qebûl nakin"

Berdevkê Kremlînê Dmitriy Peskov diyar kir, ew tawanbarkirinên dijî welatê wî yên der heqê bajarê Bûçayê yê Ukraynayê da qebûl nakin.

Peskov li paytext Moskovayê der heqê mijarên rojane da daxuyanî da rojnamegeran.

Peskov bal kişand ku Alîkarê Serokwezîrê Polonyayê Jaroslaw Kaczynski daxuyanî da ku ew amade ne çeka nukleerê li ser xaka xwe bi cih bikin û wiha got, "Helbet çalakiyên tên pêşniyazkirin dibe ku bibe sedem di rojên pêş me da rageşiya li parzemînê gurtir bibe. Helwesta şerker û dijî Rûs ya rêveberiya Polonyayê dibe sedema fikarên kûr."

Peskov qala dîmenên li bajarê Bûçayê yê Ukraynayê hatine kişandin jî kir û îdia kir ku divê agahiyên der heqê li vir sivîl hatine kuştin yekser neyên qebûlkirin û bên lêkolînkirin.

Peskov wiha got, "Divê meriv baweriya xwe bi dîmenên me dîtin neyne. Pisporên Wezareta Parastinê ya me tesbît kirin ku dîmen sexte ne."

Peskov got, serokên welatan divê di rewşeke ku têra xwe delîlên der heqê Bûçay da tunene da ecele nekin ku daxuyaniyê bidin û divê ji çavkaniyên cuda daxwaza agahiyê bikin wiha got, "Em tu tawanbarkirinan qebûl nakin. Ji xeynî vê li gorî me divê ev mijar di asta herî jor da bê gotûbêjkirin."

Peskov diyar kir ku wan pêşniyaz kir ev mijar di Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî da bê gotûbêjkirin, lê ev pêşniyaz hat astengkirin.

Artêşa Ukraynayê ya ku di 1ê Nîsanê da bajarê Bûçayê ji hêzên Rûs rizgar kir, rastî bajarekî wêranbûyî yê ku kuçeyên wê tijî cesed in, hatibû.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE