"Kudüs ne ya firotinê ye"

Serokê Filistinê Mehmûd Ebas rexne li plana qaşo ya aşitiyê ya Trump girt û got, "Kudüs ne ya firotinê ye."

"Kudüs ne ya firotinê ye"

Serokê Dewleta Filistinê Mehmud Ebas diyar kir ku ew plana qaşo ya aştiyê ya Serokê Amerikayê Donald Trump red dikin.

Ebas di civîna çapemeniyê ya ku li Ramallahê li dar xist da plana qaşo ya aştiyê ya ku Serokê Amerikayê Trump eşkere kir, rexne kir û got: "Kudüs malê firotinê nîne. Em bi hezaran carî ji Peymana Sedsalê ra dibêjin na."

Serokê Dewleta Filistînê Ebas destnîşan kir ku helwesta wan a li plana ku rêveberiya Washingtonê wek "Peymana Sedsalê" binav dike neguherî û wiha pê da çû: "Ne mimkun e ku Misilman û yan jî Xiristiyanekî Filistinî vê planê qebûl bikin"

Di axaftina xwe da Ebas ragihand ku ew di çarçoveya rêgezên Filistinê û rewatiya navneteweyî da ji bo lihevrûniştinê amade ne û wiha pê da çû: "Em ê bi hemû qeweta xwe şer bikin. Di vî şerê hanê da jî çeka me ya sereke wê tevgera aştiyane be."

Serokê Amerikayê Donald Trump û Serokwezîrê Îsrailê Binyamîn Netanyahû di civîna çapemeniyê ya hevpar a li Qesra Spî da bi yek aliyî planê aştiyê yê Rojhilata Navîn ji raya giştî ra eşkere kirin.

Di plana qaşo aştiyê da Trump dibêje ku Kudüs bila wek paytexta "perçenebûyî" Îsrailê bê qebûlkirin û îdia dike ku plan ji bo dewleta Filistinê û Filistiniyan siûda herî dawîn e.

Netanyahu jî planê ji bo İsrailê gelek bi kêr û destketiyeke mezin hesibandibû.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE