Kuleba: ''Çek bidin me, bira şer li Ukraynayê bimîne''

Kuleba: ''Çek bidin me, bira şer li Ukraynayê bimîne''

Wezîrê Karên Derva yê Ukraynayê Dmitro Kuleba diyar kir ku ew ê bangî mitefiqên NATOyê bike ku bêtir çekan bidin welatê wî ku bi vî awayî şer li xaka Ukraynayê bimîne û dê belayî welatên din nebe.

Kuleba û Sekreterê Giştî yê NATOyê Jens Stoltenberg berî Civîna Wezîrên Karên Derva yên NATOyê axivîn.

Wezîrê Karên Derva yê Ukraynayê ji bo pirsa gelo welatê wî kîjan çekan dixwaze wiha got, "Balafir, fuzeyên dijekeştî, wesayîtên zirxî yên personelan, pergalên parastina asîmanî yên giran."

Stoltenberg jî wiha got, "Ez bawer im ku em li ser gelek pêwîstiyên Ukraynayê yên wekî pergalên parastina asîmanî, çekên dijetank, çekên sivik û giran bisekinin."

Stoltenberg diyar kir ku wî bangî mitefiqan kir ku çi sivik çi giran zêdetir çekan bidin Ukraynayê û wiha got, "Pêwîstiya Ukraynayê bi çekan heye da ku welatê xwe biparêze."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE