Kurê Mursî hat binaxkirin

Cinazeyê Abdullah Mursî di nav tevdîrên berfireh de hat definkirin.

Kurê Mursî hat binaxkirin

Abdullah Mursiyê kurê serokkomarê berê yê misirê Mihemmed Mursî roja çarşemê wefat kiribû. cinazeyê mursî hat binaxkirin.

Cinaze nîvê şevê di nav tevdîrên berfireh de bi merasîmekê hat defnkirin.

Bi tenê malbata Mursî û 3-4 nas û dostên wan beşdarî merasîmê bûn.

Cinazeyê Mursî, li Medînet Nasrê ya li Rojhilatê Qehîrê, nêzî goristana ku bavê wî lê hatiyê veşartin, hat definkirin.

Meqamên Misirê derbarê binaxkirina Evdile Mursiyê 25 salî de û sedema mirina wî de tu daxuyanî nedan.

Mihememd Mursî jî wekî kurê xwe, ji mirina xwe rojekê bi şûn ve berbanga sibê hatibû defnkirin û bi tenê kesên bidestûr tevlî merasîmê bûbûn.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE