Kurdên Îranî yên ku ji Îranê ji ber sedemên cuda hatine Herêma Kurdî ya Iraqê, li ber avahiya Neteweyên Yekbûyî civiyan. Ev Kurd dixwazin ku serdana wan a statuya penaberiyê were qebûlkirin û ew jî derbasî welatên din bibin.
Ev Kurdên Îranê ne û ji ber sedemên cuda hatine Herêma Kurdî ya Iraqê. Lê niha ew li Herêma Kurdî di kampan de dimînin.
Kurdên penaber ên Îranî li ber avahiya Neteweyên Yekbûyî hatin cem hev û ew dixwazin ku Neteweyên Yekbûyî alîkarî bide wan.
Kurdên penaber dixwazin ku ji bo biçin welatên din serlêdana wan a ji bo statuya penaberiyê were qebûlkirin. Ev Kurdên Îranî dibêjin ku heta pirsgirêkên wan neyên çareserkirin, ew ji ber avahiya Neteweyên Yekbûyî naçin.