Kurdên ji Sûriyeyê dixwazin PKK ji herêma wan derkeve

Ebdilhekîm Beşarê endamê Kurd ê Komîteya Qanûna Bingehîn a Sûriyeyê got dibê PKKya rêxistina terorê ji herêmên dagir kiriye vekişe, têkoşîna li dijî Tirkiyeyê kêrî gelê wan nayê

Kurdên ji Sûriyeyê dixwazin PKK ji herêma wan derkeve

Ebdilhekîm Beşarê endamê Kurd ê Komîteya Qanûna Bingehîn a Sûriyeyê got dibê PKKya rêxistina terorê ji herêmên dagir kiriye vekişe, têkoşîna li dijî Tirkiyeyê kêrî gelê wan nayê.

Beşar di dema hevdîtinên Komîteya Qanûna Bingehîn a li Cenewreya bajarê Swîsreyê da ji nûçegihanê AAyê ra qala vizyona ji bo pêvajoya Kurdên li Sûriyeyê kir.

Beşar destnîşan kir ku Sûriyeyê welatê Ereb nîne, netewên cuda lê hene û wiha axivî: "Dibê qebûl bikin ku em parçeyekê vî welatî ne. Bi vî awayî em jî dikarin tevkariyê bidin pêşketina welêt."

Beşar got navê dewletê Komara Ereb a Sûriyeyê ye dixwazin ku wekî Sûriye were guherandin, ji rêveberiyê jî bi sîstema serokatiyê bi ser neketin ji ber vê sîstema têkel dixwazin.

- Pêşeroja herêmên YPG/PKKyê dagir kirine

Beşar qala rewşa pêşeroja erdê YPG/PKKya rêxistian terorê dagir kiriye kir û wiha pê da çû: "Dibê PKK ji herêma me derkeve. Em wekî Kurdên li Sûriyeyê dixwazin bi cînaran ra têkiliyên baş daynin. Têkoşîna li dijî Tirkiyeyê kêrî gelê me nayê.

Beşar li ser mitebeqtên Tirkiyeyê ji bo rojhilatê Feratê bi Amerîka û Rûsyayê ra çêkirin jî got, "Em li aliyê diyaloga di navbera Tirkiye, Amerîka û Rûsyayê da ne. Mitebeqetên wiha tevkariyeke baş didin meşandina karûbarên Komîteya Qanûna Bingehîn."

AA

Dîroka nûkirinê: 07 Mijdar 2019, 17:47
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE