Kurdên Sûriyeyî YPG/PKKyê li ser axa xwe naxwazin

Malbatên Kurd ên ku ji ber şerê navxweyî yê li Sûriyeyê reviyan û xwe spartin Tirkiyeyê dixwazin welatê wan ji rêxistinên terorê bê paqijkirin û ew bikaribin vegerin Resûleynê

Kurdên Sûriyeyî YPG/PKKyê li ser axa xwe naxwazin

Malbatên Kurd ên ji ber şerê navxweyî yê li Sûriyeyê û zilm û zordariya YPG/PKKya rêxistina terorê reviyan û niha li Ceylanpianara navçeya Rihayê dijîn dixwazin welatê wan ji rêxistinên terorê bê paqijkirin û ew vegerin Resûleynê.

YPG/PKKya rêxistina terorê di sala 2012an da herêma Resûleynê dagir kir û gelek malbatên Kurd ji wir derketin û derbasî alî Tirkiyeyê bûn û li Ceylanpinarê jiyana xwe didomînin.

Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan di daxuyaniya xwe da got ku wê li rojhilatê Çemê Feratê operasyona eskerî bê kirin û mexdûrên terorê jî bi vê daxuyaniyê kêfxweş bûn û geşedanan ji ser têlevizyonê dişopînin.

Ji Kurdên Sûriyeyê Abdo Îbrahîm daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku piştî destpêkirina şer ew ji ber zexta rejimê ji Şamê derket û derbasî Resûleynê bû û demekê li wir jiya. Îbrahîm got ku rêxistina terorê piştî navçeyê dagir kir hizûr nema û wiha dewam kir: "Em li Şamê ji ber tehdayiya rejimê hatin bal xizmên xwe yên li Resûleynê lê piştî ku YPGyê ewder dagir kir me fehm kir ew zalim in. Ji herkesî xerac distendin. Kesên pereyê wan tunebûya jî dest datanîn ser dikanên wan. Ji bilî vê bi zorê çek didan destê ciwanan. Em perîşan bûn. Ez nikarim bi axaftinê qala zilm û zordariya wan bikim. Min dît ku wisa nabe û min jî malbata xwe anî Tirkiyeyê. Bi salan e em li vê derê ne û tu pirsgirêka me jî tuneye. Xwedê ji Tirkiyeyê razî be me hewand cih dan me û namûsa me parastin. Em lê vê derê her çiqas dilxweş bin jî dîsa hişê me li ser welatê me ye û ji ber vê jî em dixwazin ku demildest vegerin mala xwe, welatê xwe. Tirkiyeyê dema ku wê derê jî mîna Efrîn û Cerablusê paqij kir em ê vegerin, me jî pir bêriya wir kiriye."

 "Em jî Kurd in lê zilm li me jî kirin"

Sellûm Mezin jî got ku ew pir dixwazin Tirkiye li rojhilatê Çemê Feratê operasyoneke eskerî bibe serî û ew ê jî bi xêra operasyonê bikaribin vegerin ser mal û milkên xwe.

Di berdewamiya axaftina xwe da Mezin got: "Em bi salan e ku li benda çûna terorîstan e. Ev nêzî 6 salan e ku ez li vê derê me û em ji zilmê reviyan û hatin vir. Em dixwazin ku bila rêxistina terorê ji wir here, lewra ew nûnerê me nîne. Em jî Kurd in lê zilm li me jî kirin. Gelek malbatên Kurd ji ruyê wan da reviyan. Hin xizmên me yên ku dixwestin derbasî Ewropayê bibin di avê da xeniqîn. Ev hemû ji rûyê wan da bû. Lewra herkes ji wan pir ditirse. Kurd, Ereb qet ferq nake herkes ji wan aciz bûye. Wan mal talan kirin. Ji ber vê jî em wan naxwazin."

Halîd Rahmo diyar kir ku ew jî di sala 2012an da ji ber zilma rêxistina terorê reviya û hat Ceylanpinarê û wiha pê da çû: "Min ew rojên xerab hê jî ji bîr nekirine. Dema ku herêm dagir kirin gotin ku jin û mêr qet ferq nake ewê çekê bidin destê herkesî. Em jî ji ber vê reviyan. Me li vê derê kar û barê xwe bi rêk û pêk kir û em jiyana xwe didomînin. Welatê me bi qasî çend gavan dûrî me ye lê em nikarin herin wir. Înşeallah Tirkiye operasyoneke eskerî li dar bixe û axa me jî xilas bike wê demê kes li van deran namîne û wê herkes vegera ser mal û milkên xwe."

AA

Dîroka nûkirinê: 20 Kanûn 2018, 16:17
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE