Kursa ji bo melayan

Melayên Efrînê, di kursê de hînî bîr û baweriyeke rast û durist dibin

Kursa ji bo melayan

Piştî bajar rizgar bû liEfrînê kar û xizmetên dînî yên ku ji aliyê rêxistina terorî hatibûn qedexekirin ji nû ve dest pê kirin. Di vê çarçoveyê de, Weqfa Diyanetê ya Tirkiyê ji bo melayên mizgeftan bernameyeke perwerdeyê amade kir. Ji bilî vê bernameyê ji bo xort û zarokan jî kursên Qur’anê vekirin.

Weqfa Diyanetê ya Tirkiyê ji melayên Efrînê re kursa perwerdeyê vekir.

Kurs wê bi beşdariya 40 melayan hefteyekê dewam bike.

Di kursê de rê û qaîdeyên baweriyeke rast û durist tên nîşan dan.

Melayên tên kursê ji perwerdeyê razî ne û dibêjin; “Xebatên wisa ji bo xurtbûna bîr û baweriya xelkê me girîng in.”

Dîroka nûkirinê: 29 Tebax 2019, 16:05
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE