Serokê Komîteya Têkiliyên Derva ya Senatoya Amerîkayê Jim Risch li ser hevdîtinê sekinî û diyar kir ku rêvebiriya Trump der heqê cinayeta Kaşikçi da pê ra di têkiliyê da ye.
Risch diyar kir ku wî bi taybetî bi Qesra Spî, Wezareta Karên Derva û teşkilatên îstixbaratê ra gelek hevdîtin kirin û li ser mijarê gelek brîfîng hildan.
Risch daxuyand, ji ber ku wek berpirsê kuştina Kaşikçi 17 kes tesbît kir û tengav kirin ew rêvebiriya Amerîkayê pîroz dike û got ku lêpirsîn hê kuta nebûye û û ew ê wek Komîteya Têkiliyên Derva vê hefteyê di çarçoveya Qanûna Global Magnitskyê da bi rêvebiriyê ra bêyî çapemeniyê hevdîtinê bikin.
Risch got ku ew ê duşemê ji bo krîza Yêmenê hevdîtineke din jî pêk bînin û wiha dewam kir: "Ev hevdîtin wê rola Amerîkayê ya li dinyayê bide nîşan û wê vê mijarê û mijarên wek vê li ber raya giştî nîqaş bikin."
AA