Lavên çiyayê agirîn La Palmayê di 10 rojan da gihîştin Oqyanûsa Atlasê

Lavên ku li La Palmayê dîregên ceyranê welgerandin û ji otorêya qeraxê derbas bûn, bi dema herêmê saet 23.03yan (bi dema Tirkiyeyê 01.03) gihîştin dora plaja Los Guirresê û ji kendalê bi qasî 100 metreyî herikî behrê.

Lavên çiyayê agirîn La Palmayê di 10 rojan da gihîştin Oqyanûsa Atlasê

 Li La Palmaya ku ji komên Giravên Kanaryayê ye yê ku dikeve hêla rojavayê başûrê Îspanyayê, lavên ku ji 19ê Îlonê vir va ji Çiyayê Agirîn Cumbre Viejayê dipekin, 10 roj şûnda gihîştin Oqyanûsa Atlasê.

Lavên ku li La Palmayê dîregên ceyranê welgerandin û ji otorêya qeraxê derbas bûn, bi dema herêmê saet 23.03yan (bi dema Tirkiyeyê 01.03) gihîştin dora plaja Los Guirresê û ji kendalê bi qasî 100 metreyî herikî behrê.

Pisporan di wê yekê da hişyarî anîn ziman, lavên ku pileya germahiya wan di ser 1100 santîgratî da ne, dema temasî ava behrê ya bi qasî 20 santîgratî dike, reaksiyona kîmyewî çêdibe û lewma jî îhtimal e ku xazên jehrî derxe.

Peywirdaran diyar kir ku divê kes heta 3,5 kîlometreyî nêzîkî ciyê ku lav diherikin behrê nebe. Hat ragihandin, kotrol hatin zêdekirin.

Lavên ku ji Cumbre Viejayê dertên, li Girava La Palmayê heta niha rêya 24 kîlometreyî xirab kir û her wisa li qadeke zêdeyî 300 hektarî ya ku tijî lav bû jî 589 jê mal 686 avahî bûn rijik.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE