"Lazim e pirsgirêk di çarçoveya Destûrê de bên çareserkirin"

"Em çaverê ne ku hikûmeta Bexdayê bersivên erênî bide pêşniyazên HKIyê"

"Lazim e pirsgirêk di çarçoveya Destûrê de bên çareserkirin"

 Serokwezîrê Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) Mesrûr Barzanî destnîşan kir ku pêdivê pirsgirêkên di navbera Bexda û Hewlêrê de di çarçoveya Destûrê de bên çareserkirin.

Li gorî daxuyaniya li ser malpera înternetê ya hikûmeta HKIyê îro bi serektiya Barzanî Civîna Lijneya Wezîran hat lidarxistin.

Di civînê de Serokwezîrê HKIyê Barzanî bal kişand ser pirsgirêkên di navbera Bexda û Hewlêrê de û got, "Pêdivê pirsgirêkên di navbera Bexda û Hewlêrê de di çarçoveya Destûrê de bên çareserkirin. Îstiqrara Iraqê di berjewendiya hemî gelên Iraqê de ye HKI jî di nav de. Em çaverê ne ku hikûmeta Bexdayê bersivên erênî bide pêşniyazên HKIyê."

Barzanî derbarê xwepêşandanên dijî hikûmeta Iraqê jî anî ziman ku piştevanê xwestekên rewa yên gel in lêbelê dijî şîdetê ne û got, "Pêwîste hikûmeta bersiva xwestekên xwepêşanderan bide."

Pirsgirêkên di navbera Bexda û Hewlêrê de yên weke budce, mehaneyên memûran, dahata neftê û herêmên nîqaşliser di xwe de digire.AA

Dîroka nûkirinê: 24 Cotmeh 2019, 17:34
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE