Lîbya: Tehdîdên Sîsî ji bo gelê Lîbyayê nayê tu meneyekê

Mîşrî got ku Sîsî pişta xwe daye komeke ji kesên wekî nûnerê gelê Lîbyayê tevdigerin pêk tê û lêbelê xêncî xwe tu kesî nafikirin, ev jî asta têkçûyîna siyaseta Qahireyê nîşan dide.

Lîbya: Tehdîdên Sîsî ji bo gelê Lîbyayê nayê tu meneyekê

Xalid Mîşriyê Serokê Konseya Bilind a Dewleta Lîbyayê got, "Ebdilfetah Sîsiyê Serokomarê Misrê pişta xwe kuta hevkarên xwe yên li Lîbyayê ev jî asta têkçûyîna siyaseya Qahireyê nîşan dide."

Mîşrî piştî ku Sîsî bi serokê eşîren li Lîbyayê ra axivî li ser hesabê xwe yê Twitterê daxuyanî da.

Mîşrî got ku Sîsî pişta xwe daye komeke ji kesên wekî nûnerê gelê Lîbyayê tevdigerin pêk tê û lêbelê xêncî xwe tu kesî nafikirin, ev jî asta têkçûyîna siyaseta Qahireyê nîşan dide.

Mîşrî got di rêya avakirina dewleteke demokratîk a desthilatdar da ber bi hedefa xwe dimeşin û wiha pê da çû: "Tehdîdên Sîsî ji bo gelê Lîbyayê nayê tu meneyekê."

Ebdirehman Şatirê Ezayê Konseya Bilind a Dewleta Lîbyayê jî li ser hesabê Twitterê Sîsî ji bo xirabkirina ewlehî û îstiqrara Lîbyayê hereket dike.

Şatir diyar kir ku Serokomarê Misrê qanûnên xiyalî yê bêbingeh ên ji qanûn û mantiqê dûr li hev tîne û got, "Sîsî dizane ku kesên pê ra xeberdidin îradeya Lîbyayê temsîl nakin."AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE