Xalid el-Mişriyê Serokê Konseya Bilind a Dewleta Lîbyayê der barê pêvajoya qanûna bingehîn a li Lîbyayê da name ji Antonîo Guterresê Sekreterê Giştî yê NYyê ra şand.
Mişrî di nameyê da got ku ji du salan zêdetir e pêşnûmaya qanûna bingehîn hatiye temamkirin ligel vê di asta referandumê ya gava dawîn da maye.
Miştî got ji bo temamkirina pêvajoya qanûna bingehîn bira NY alîkariyê bide ku li gor mekanîzmaya demokratîk a navneteweyî referanduma qanûna bingehîn were kirin.
Li Lîbyayê ji bo amadekirina pêşnûmaya qanûna bingehîn a teze Komisyona Amadekirina Qanûna Bingehîn a ji 60 endamî pêk tê hatibû avakirin û komisyonê di tîrmeha 2017an da diyar kiribû ku xebatên pêşnûmaya qanûna bingehîn a welêt hat temamkirin.
AA