Lîderên Polonya, Lîtvanya û Estonyayê wê Zelenskiy ziyaret bikin 

Lîderên Polonya, Lîtvanya û Estonyayê wê Zelenskiy ziyaret bikin 

Lîderên Polonya, Lîtvanya, Letonya û Estonyayê ji bo bi Serokê Dewleta Ukraynayê Vladimir Zelenskiy ra hevdîtin bikin, diçin Kîevê.


Di peyama Serokomarê Estonyayê Alar Karîs ji ser hesabê xwe yê Twitterê weşand da tê dîtin ku ew li ber trêneke Ukraynayê ne wêne kişandine û ji wî zêdetir jî tu agahî tuneye.


Karîs di daxuyaniya xwe da got: "Em ji bo piştevaniya didin gelê Ukraynayê nîşan bidin tevlî Andrzej Duda, Gitanas Nauseda û Egils Levits diçin Ukraynayê û em ê bi dostê xwe yê hêja Serokê Dewletê Zelenskiy ra hevdîtinê bikin."

Di ziyaretê da tevlî Karîs Serokomarê Polonyayê Andrzej Duda, Serokê Dewleta Lîtvanyayê Gitanas Nauseda û Serokomarê Letonyayê Egils Levits jî cî digirin.


AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE