Lehiya Li Iraqê bû sedema canê 9 kesan

Piştî barana li bakurê Iraqê barî lehî rabû, hat ragihandin ku hejmara kesên di lehiyê da mirin derkete 9an û 22 kes jî birîndar bûn...

Lehiya Li Iraqê bû sedema canê 9 kesan

Piştî barana li bakurê Iraqê barî lehî rabû, hat ragihandin ku hejmara kesên di lehiyê da mirin derkete 9an û 22 kes jî birîndar bûn.

Li Selaheddîn, Mûsil û Kerkûkê şilî zêde barî û li ser gel tesîreke mezin kir.

Seyd Bedrê Berdevkê Wezareta Tenduristiyê yê Iraqê di daxuyaniya nivîskî da diyar kir ku li Selaheddînê 5, li Besrayê 1, li Wasitê 1 û li Zîl Qarê 2 kes mirin.

Li gor agahiyên hatin sitandin, ji ber lehiyê 22 kes jî birîndar bûn.

Elî Dudihê Qaymeqamê Şirgatê di daxuyaniya xwe da diyar kiribû ku li Şirgata navçeya Selaheddînê lehiyê zirarekeke mezin da, 5ê wan zarok 7 kes mirin û li gor tesbîtên ewil 300 xaniyan zirar dît.

Maseya krîzê

Serokwezîr Adil Ebdilmehdî piştî lehiyê daxuyaniya nivîskî da û got ku geşedanên li Şirgat, Selaheddîn û Mûsilê ji nêz va teqîb dikin.

Ebdilmehdî destnîşan kir ku ji bo alîkariyê bigihînin herêmê, zirarê tesbît bikin û ewlehiya can û malên gelê mihefeze bikin maseya krîzê ava kirin.AA

Dîroka nûkirinê: 24 Mijdar 2018, 17:08
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE