Li Efrînê ji ber şewba koronayê lîga futbolê hatibû sekinandin. Piştî 6 mehan di bin siya ofîsa sporê ya efrînê de lîga futbolê ji nû ve dest pê kir. Tîmên efrînê bi kelecaneke mezin beşdarî stada futbolê dibin û maçên xwe dilîzin.
Ji ber vîrûsa koronayê hemû xebatên sporê û pêşbirk hatibûn seknandin.
Piştî şeş mehan li bajêr ji nû ve lîga futbolê dest pê kir.
Di hefteya yekem de Tîma GELÊ EFRÎNÊ û tîma HEYVA AZAD hatin hemberî hev.
Lîstikvan ev demeke dirêj e ku maç nelîstibûn lê dîsa jî ew gelekî bi kelecan bûn.
Tîma Gelê Efrînê bi skora 10 û 1’ê Tîma Heyva Sor têk bir.
Lîstikvanên Tîma Gelê Efrînê dibêjin em ê hemû pêşbirkan qezenc bikin û bibin şampiyon.
14 tîm wê bi hev du re bilîzin û tîma ku bi ser bikeve jî wê xelatê werbigre.