Li Afganistanê bi roket û bombeyan êrîşî cihê bazarê kirin: 23 kuştî

Li wilayeta Helmandê ku dikeve başûrê Afganistanê di êrîşa bibombe ya ku li cihê bazarekî hat kirin da 23 sivîl hatin kuştin.

Li Afganistanê bi roket û bombeyan êrîşî cihê bazarê kirin: 23 kuştî

Li wilayeta Helmandê ku dikeve başûrê Afganistanê di êrîşa bibombe ya ku li cihê bazarekî hat kirin da 23 sivîl hatin kuştin.

Walîtiya Helmandê diyar kir, li navçeya Sangînê pêşiyê 4 guleyên roketê avêtin "Kuhne Bazar"a cihê bazarê, paşê di nav qerebalixê da bi wesayîta bombebarkirî êrîş hat kirin.

Di daxuyaniyê da hat gotin ku di êrîşan da li gor tesbîtên ewil 23 sivîl hatin kuştin, 15 sivîl jî birîndar bûn.

Di daxuyaniyê da hat îdiakirin ku Talibanê êrîş kiriye.

Li gor şahidan dema ku gel li bazarê dan û standin dikir, êrîş hat kirin.

Hê kesî êrîş hilnedaye ser xwe.

Piraniya herêmên navçeya Sangînê di kontrola Talibanê da ye.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE