Li gor rapora ku Komîsyona Mafên Mirovan a Serbixwe ya Afganistanê (AIHRC) eşkere kir, li herêma Şîndentê di 8ê rêbendanê da hêzên NATOyê ku Amerika pêşengiya wan dike, êrîşî kozikên Talibanê kirin û di êrîşan da 10 sivîl hatin kuştin, 5 sivîl birîndar bûn.
Di êrîşê da 3 zarok û 3 jin hatin kuştin, 2 zarok jî birîndar bûn.
AIHRCê bangî hêzên biyanî û xwecî yên li Afganistanê kir ku di pevçûnan da sivîlan biparêzin û baldar bibin û wiha got, "Di pevçûnên Afganistanê da em ditirsin ku jimara sivîlên zirardîde zêdetir bibin û mafên mirovan ên navneteweyî eşkeretî werin binpêkirin."
Mîsyona Alîkariyê ya Afganistanê (UNAMA) ya Neteweyên Yekbûyî (NY) daxuyandibû ku li Afganistanê di nav 10 salan da ji 100 hezarî zêdetir sivîl hatin kuştin an jî birîndarkirin.