Li Afganistanê du eskerên Amerikayê hatin kuştin

Li parêzgeha Kandeharê ya li başûrê Afganistanê di teqînekê da hatin kuştin.

Li Afganistanê du eskerên Amerikayê hatin kuştin

Hat ragihandin, 2 eskerên Amerikayê ku di bin sîwana NATOyê da peywirê dikin, li parêzgeha Kandeharê ya li başûrê Afganistanê di teqînekê da hatin kuştin.

Di daxuyaniya hêzên NATOyê yên li Afganistanê da hat destnîşankirin li Kandeharê bombeya li rexê rê çalkirî, gava eskerên Amerikayê ji deverê derbas bûn hat teqandin.

Di daxuyaniyê da hat diyarkirin di teqînê da 2 eskerên Amerikayê hatin kuştin û 2 jê jî birîndar bûn.

Waliyê Kandeharê Heyatullah Heyat jî di daxuyaniya xwe ya ku da çapemeniyê da diyar kir ku teqîn li herêma Xakber Karîz a Danda navçeya Kandeharê çêbû.

Talibanê êrîş hilda ser xwe.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE