Li Afrinê Weqfa Diyanetê ji bo zarokan kursên Quranê vedike. Di kursên hatine vekirin, hezar û 700 zarok hînî quranê dibin.
Li 5 mizgeftên navenda bajarê Afrinê zarok hînî Qurana Pîroz dibin.
Fêrkirina Quranê nîvro saet di 1î de dest pê dike heta 4an dewam dike.
Bi destê Weqfa Diyanetê hezar û 700 zarok hînî Quranê dibin.
Îsal ji ber şewba koronayê hejmara feqiyan jî kêm e.
Sala par 11 hezar zarok hînî Quranê dibûn.
Çav li rê ne ku ev hezar û 700 şagirt bi temamî fêrî Quranê bibin.
Weqfa Diyanetê wê ji bo zarokên serkeftî xelatan jî bide.