Li Afrinê alîkariyên ji bo sêwiyan

Li zarokên sêwî cil û bergên zivistanê hatin belavkirin.

Li Afrinê alîkariyên ji bo sêwiyan

Navenda Kar û Barên Civakî ya Encûmena Herêmî ya Afrinê, li sêwiyan cil û berg belav kirin. Him zarok him jî malbat ji bo alîkariyan gelek kêfxweş bûn.

Ji wan hin kes bêbav… Hin kes jî bê dayik in… Lê ew zarokên sêwî nehatin jibîrkirin.

Navenda Kar û Barên Civakî ya Meclisa Afrinê zarokên sêwî yên li Afrinê kom kirin.

Piştre li maxazeyekê ji wan re cil û berg kirîn û li wan belav kirin.

Zarokan yek bi yek montên li gor xwe li xwe kirin.

Malbatên zarokan jî bi qasî zarokên xwe kêfxweş bûn.

Piştî belavkirina cil û bergan ji bo zarokan şahiyek jî hat lidarxistin.

Zarokan têra dilê xwe kêf kir.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE