Li Afrinê ji bo şewata zivistanê êzing bêhtir tên tercîhkirin. Lewra bihayê wê li gorî mazota ji bo sobeyan kêmtir e. Ber bi zivistanê amadehiya şewatê tê kirin.
Hewa sar dibe û gelê Afrinê jî amadehiyên zivistanê dike.
Li bajêr cihên firotina êzingan hatine vekirin.
Êzingfiroş ji baxçeyan darên hişkbûyî qut dikin û li vir perçe dikin.
Li gorî bihayê êzingan û mazota sobeyan, gel bi taybetî êzingan tercîh dike.
Ne bi tenê welatiyên Afrinê, ji İdlib û Azezê jî welatî tên li Afrinê êzingan dikirin.