Li Afrinê berhevkirina zeytûnan dest pê kir

Cotkarên Afrinê zeytûnên xwe dikin rûn.

Li Afrinê berhevkirina zeytûnan dest pê kir

Li bajarê Afrinê mekbez yanî febrîqeyên zeytûnan dest bi kar kirin. Cotkarên Afrinê piştî berhevkirinê, zeytûnên xwe li mekbezan dikin rûn.

Li bajarê zeytûnan yanî li Afrinê berhevkirina zeytûnan dest pê kir.

Cotkarên bajêr zeytûnên xwe kom dikin û dibin mekbezan yanî febrîqeyên zeytûnan.

Li bajêr niha 100 febrîqe dişixulin.

Cotkar bi çiwalan zeytûnên xwe tînin virê, paqij dikin û pişt re dikin rûn.

Cotkarên bajêr dikarin heqê fabrîkayê bi rûnê xwe jî bidin.

Her tenekeyek 17 kîlo rûn dikevê. Tenekeyeke rûnê baş jî niha bi 30 dolarî tê firotin.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE