Li Afrinê cihê bazarê ji nû ve tê çêkirin

Bazara ku di erîşa YPG/PKK’ê de şewitîbû niha tê nûkirin

Li Afrinê cihê bazarê ji nû ve tê çêkirin

Di 28ê nîsanê de li Efrînê rêxistina terorî ypg/pkk’ê bi kamyoneke mazotê erîşî cihê bazarê kiribû. Di wê erîşê de 43 kesan jiyana xwe ji dest dabû û 61 kes jî birîndar bûbûn. Niha ji bo çêkirina bazarê karker bênavber xebatên xwe didomînin.

Bazara gel a li Efrînê…

Li wir nêzî 150 dikan hebûn…

Lê Rêxistina terorî YPG/PKK’ê di 28ê Nîsanê de bi kamyoneke mazotê erîşî bazarê kir, cihê bazarê bi temamî hat şewitandin.

Di wê erîşê de 43 kesan jiyana xwe ji dest da û 61 kes jî birîndar bûn.

Ji bo nûkirina bazarê esnaf û welatiyan di navbera de xwe pere kom kirin.

Niha li cihê bazarê xebat tên kirin.

Hoste û karker ji bo nûkirina bazarê bênavber dixebitin.

“ em li vir ereb, tirkmen û kurd bi hev re dixebitîn. Lê erîş hat kirin. Ev erîş komkujiyeke mezin bû. Li efrînê erîşeke wisa nehatibû kirin. Însanên me mirin. Dikanên me hemû şewitîn. Me di nav xwe de pere kom kir. Em niha ji bo nûkirina bazarê dixebitin.”

Li vê bazarê nêzî 500 malbatî debara xwe dikir.

Niha ji bo ev bazar rabe ser piyan esnaf li benda alîkariyê ne.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE