Ji ber şewba koronayê li Afrinê jî ev demeke dirêj bû ku dibistan girtî bûn. Dibistanên Afrinê ji nû ve hatin vekirin.
Wekî her derê cîhanê li bajarê Afrinê jî dibistan ji ber şewbê girtî bûn.
Xwendekaran bi perwerdeya ji dûr ve ders didîtin.
Lê êdî li Afrinê dibistan hatin vekirin, xwendekar vegeriyan dibistanên xwe.
Ji ber şert û mercên herêmê, tengasiya înternetê gelek xwendekaran nikaribûn bi hêsanî dersên xwe dewam bikin.
Lê niha bi vebûna dibistanan ev pirsgirêk jî ji holê rabû.
Piştî demeke dirêj xwendekaran bi kêfxweşî dest bi dersan kirin.