Li Afrinê kursa robotan

Zarokên ji 18 salî biçûktir him perwerde dibin, him jî hunerên mekanîk hîn dibin.

Li Afrinê kursa robotan

Li Afrina Sûriyê Midûriya Giştî ya Weqfan a Türkiyeyê kursa robotan vekir. Bi kursê tê xwestin zarokên bajêr him perwerdeya normal, him jî ya li ser robotan bibînin. Tenê zarokên ji 18 salî biçûktir dikarin werin kursê û ji niha ve hejmara wan bû 45..

Türkiye, li Afrina Sûriyê ji bo serkeftîn û pêşketina zarokan xebatên xwe yên perWerdeyê didomîne.

Herî dawî bi piştgiriya Midûriya Giştî ya Weqfan û Serokatiya Karên Diyanetê li navenda bajêr kursa robotan hat vekirin.

Di kursê de him perwerdeya normal, him jî ya li ser robot û teknolojiyê tê dayîn.

Tenê zarokên ji 18 salî biçûktir dikarin bên kursê.Ji niha ve 45 zarok beşdarî kursa robotan dibin.

Peywirdarên Midûriya Giştî ya Weqfan dibêjin, em dixwazin zarokên Afrinî ne tenê di warê olî de, her wiha di warê zanist û teknolojiyê de jî bi pêş bikevin.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE