Li Afrinê li hemberî sivîlan êrîşa bibombe

Di êrîşê da herî kêm 4 sivîl hatin kuştin û 15 sivîl jî birîndar bûn

Li Afrinê li hemberî sivîlan êrîşa bibombe

 Li navçeya Afrinê ya Suriyeyê ya li hemberî bajarê Hatayê di êrîşa terorê ya bibombe da herî kêm 4 sivîl hatin kuştin, 15 sivîl jî birîndar bûn.

Li Afrina navçeya Halepê li ser kolana Racuyê wesayîteke bombebarkirî hat teqandin.

Di êrîşê da herî kêm 4 sivîlên ji rê derbas dibûn hatin kuştin û 15 sivîl jî birîndar bûn.

Piştî teqînê şewat derket, tîman agir vemirandin.

Hat ragihandin rewşa hin birîndaran giran e û ditirsin hejmara miriyan zêde be.

Artêşa Türkiyeyê (TSK) û Artêşa Neteweyî ya Suriyeyê di 18ê Adara 2018an da bi Herekata Çiqlê Zeytûnê va Afrin ji destê YPG/PKKya rêxistina terorê rizgar kiribûn. Lê hê jî hin caran êrîşên bibombe tên kirin.

AA

Dîroka nûkirinê: 11 Çile 2020, 11:33
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE