Li Afrinê pêşbirka bezê

8 tîmên keç û xortan tev li pêşbirkê bûn.

Li Afrinê pêşbirka bezê

Li Afrinê ji bo ku eleqeya bi werzîşê re bi pêş bikeve Türkiye xebatan dike. Bi hewlên Ofîsa Werzîşê ya Afrinê pêşbirka bezê hat lidarxistin. 8 tîmên keç û xortan tev li vê pêşbirkê bûn.

Li Afrinê cara ewil e ku pêşbirka bezê tê lidarxistin. Ofîsa Werzîşê ya Afrinê pêşbirk li dar xist.

Di pêşbirkê de 8 tîmên bezê hatin li hemberî hev. Him tîmên keçan him jî yên xortan ji bo bezê amade bûn.

Tîmên keçan hezar metre û yên xortan jî hezar û 500 metre beziyan. Tîmên serkeftî wek xelat, kupa û madalya girtin. Keç û xort bi vê pêşbirkê kêfxweş bûn.

Tê payîn ku li Afrinê sporên bi vî şiklî bêhtir bên lidarxistin.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE