Li Afrinê riya ku bakurê Helebê û Îdlibê bi hev ve girêdide ji nû ve tê çêkirin. Bi saya vê, zehmetiya ku Afrinİyan dikîşand wê bi dawî bibe û bazirgan wê dîsa ji vê riyê herin û werin.
Li Afrinê di şer û pêvçûnan de hemû rê xira bûbûn û ji xeynî vê riyê tu riyên ku diçûn Îdlib û Ezazê nemabûn.
Ev demeke dîrêj e gelek zirar li wê jî ket; êdî ji bo bazirganan ne riyeke alternatîf bû.
Encûmena herêmî bi piştgiriya saziyên Buniyan û Omranê dest bi çêkirina riyê kir.
Ew ê ewilî rê fireh bikin û piştî ku rê hate çêkirin jî wê were zîftkirin.
Xelkê herêmê li benda çêkirina vê riyê ye ku him çûyîn û hatina wan hêsantir bibe him jî bazirgan dîsa ji vir herin û werin.