Deşta Cûmê ya li Afrinê bi hinarên xwe navdar e. Lê ji ber zêdebûna hinaran, di dema çinînê de biha gelek dadikeve. Ji ber vê jî Afrinî hinarên xwe bi teknîka “sabûrê” hiltînin û dema hewce bike derdixin bazarê.
Hinaran yeko yeko kom dikin, paşê cilkekê diavêjin ser, herî dawî jî ji bo hênik bimînin pûş dikin.
Ev dîmen ji Deşta Cûmê ya Afrinê ye. Deşta Cûmê bi hinarên xwe navdar e.
Îsal jî wextê çinîna hinaran hat. Lê gava hinar derdikevin ji ber ku zêde ne bihayê wan gelek dadikeve û cotkar zirarê dikin.
Ji ber vê jî xelq bi teknîka sabûrê wan hiltîne. Afrinî hinarên xwe yek bi yek ji qaseyan derdixin û dikin kom.
Cotkar dibêjin bi vî awayî him li bazaran bihayê hinaran zêde danakeve, him jî cotkar zirarê nakin.